Li Çelebiyê şer û pevçûn didomin

Çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser bajarokê Çelebiyê didomînin. Şervanên QSD, YPJ û YPG’ê bersiva tund didin êrişan û şer didome.

Li Çelebiyê şer û pevçûn didomin
26 ÇILE, 2026   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji qadê hatine girtin, çeteyên hikumeta demkî bi obîs û tankan şîrketa çîmentoyê ya fransê ya li bajarokê Çelebiyê yê Kobanê topbaran dikin.

Hate zanîn ku hemwextî êrişan, balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser Çelebî, gundên Xirab Hişkê û Zêrîkê digerin.

Çervanên YPG, YPJ û QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersivên tund didin êrişan.

Li van qadan pevçûn dewam dikin.

(b)