Li berava Sûriyeyê bûyerên kuştin û diziyê didomin

Li berava Sûriyeyê de 2 sûcên ji hev cûda çêbûn. Li bajarê Tertûsê 2 cenaze di hundirê malekê de hatin dîtin, li bajarê Ceblê jî ji ber şêlandinê pevçûn çêbû, welatiyek hat kuştin.

Li berava Sûriyeyê bûyerên kuştin û diziyê didomin
11 sibat, 2026   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji bajarê Tertûsê ragihand ku li hundirê malekê li taxa El Remil a bajêr cenazeyê ciwanê bi navê Hazim Zexbûr û jinekê hatin dîtin.

Li bajarê Ceblê yê girêdayî bajarê Laziqiyê, kesekî nenas motrosiklêtek dizî û reviya, xwediyê dikana Elûşî ya felafil Dawûd Elî Dawûd bi erebeya xwe heta 3 km bi aliyê Dêrîn El Şeraşîr da dû wî, herî dawî giha wî, lê li wir diz ew gulebaran kir, hat qetilkirin.

Ev bûyer dide diyarkirin ku li herêmên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bêaramî û tevlihevî dewam dikin.

(ac/fr)

ANHA