Oldaran daxwaza rêgirtina li ber zimanê nefretê kir

Hevserokên Saziya Olî bang li zanyar û melayan kir ku civakê ji zimanê nefretê biparêzin û li pêşiya şer bigirin.

Oldaran daxwaza rêgirtina li ber zimanê nefretê kir
12 sibat, 2026   03:45
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Oldaran anîn ziman ku li herêma peravê, Siwêda, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin navê olê de destdirêjî li nirxên îslamê kirin û hêvî kirin hemû pêkhate bi aramî û aştiyane bi hev re bijîn.

Hevseroka Saziya Olî ya bajarê Dirbêsiyê Zubeyda Hisên têkildarî zimanê nefretê axivî û got: "Di ola îslamê de rêgeza hevdû qebûlkirin û pirengî heye. Hinek alî hene bi kiryarên xwe dixwazin fitnê têxin navbera pêkhateyên civakê û destdirêjiyê li nirxên îslamê bikin. Cûdahî di navbera Kurd û Ereban an jî navbera ol û mezheban de nîne. Çawa li Siwêda, peravê û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin navê ol de komkujî pêk anîn, dibe ku dîsa van komkujiyan bikin. Ev komkujî di bin navê Ol de têne kirin û dixwazin di navbera pêkhateyên Sûriyê de fitnê çêbikin."

Zubeydayê diyar kir ku divê li hemberî kiryarên têne kirin helwest were girtin û wiha pê de çû: “Kiryarên hatin kirin bandoreke neyînî li aramî û hevjiyana aştiyane ya civakê kir. Divê li hemberî vê yekê helwest were girtin. Oldar û mela bandoreke wan a mezin li ser civakê heye, divê civakê ji zimanê nefretê biparêzin û bi edalet nêz bibin."

Hevserokê Saziya Olî ya bajarê Dirbêsiyê Hec Elî Hec Resûl anî ziman ku hêzên derve dixwazin têkiliya di navbera gelên Sûriyeyê de xirab bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelên Sûriyeyê xwişk û bira ne. Di van buyerên dawiyê yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn xwestin provokayonan bikin û fitnê têxin navbera pêkhateyên Sûriyeyê. Bi taybet hêzên derve dixwazin têkiliya kevnar a gelên Sûriyeyê xirab bikin.”

Hec Resûl bi van gotinan hêviyên xwe ji bo siberojê anîn ziman: "Ez hêvî dikim ku em hemû bi hev re bin, hevdû qebûl bikin û xwe ji şerê li ser raghandinê tê kirin biparêzin da ku di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de fitne û şer çênebin. Olê îslamê olê rehmetê ye, ne olê şer e. Di cewherê îslama rast de hurmet û edalet hene. Ol ne li dijî hevjiyana Misilman, Xiristiyan û Yehûdiyan a bi hev re ye. Divê fitne bisekine û hevjiyan bingehê avakirina civaka saxlem û aramî ye."

ANHA