Encamek êrîşên dewleta Tirk

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên enerjiyê, sotemeniya seyareyan jî aniye ber tunebûnê. Li benzînxaneyên ku pir kêm mazot û benzîn lê heye, bi sedan seyare bi saetan disekinin.

Encamek êrîşên dewleta Tirk
Encamek êrîşên dewleta Tirk
Encamek êrîşên dewleta Tirk
Encamek êrîşên dewleta Tirk
26 ÇILE, 2024   09:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 13 û 15'ê Çileyê de careke din bi awayekî dijwar êrîşî navendên enerjî û xizmetguzariyê yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kiribû. Di êrîşên balafirên şer û yên bêmirov-biçek ên li ser 80 deverên herêmê de li gel saziyên giştî yên aborî û xizmetguzariyê, 20 stasyonên enerjiyê jî hatin hedefgirtin.

Ji ber ku stasyonan ziyanek mezin dîtiye, mazot û benzîna seyareyan jî pir kêm bûye. Lewma ajokarên seyareyan zehmetiyan dikişînin, li pêşiya benzînxaneyan bi saetan disekinin.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê 18'ê Çileyê (2024) rewşa awarte ragihandibû û destnîşan kiribû ku ew êdî xwe dispêrin bîrên kantona Dêrazorê.

Li bajarê Hesekê jî seyareyên li pêşiya benzînxaneyan rawestiyan e rêzikek nêzî 3 kîlometreyan çêkiriye.

Welatiyên li benda sotemeniya seyareyan disekinin, hêrsa xwe anîn ziman.

‘DIBE KU TEVGERA VEGUHESTINÊ RAWESTE’

Welatiyê bi navê Mihemed Mihêmîd (42) li pêşiya Benzînxaneya li taxa Til Hecer piştî zêdetirî 13 saetan karîbûye sotemeniyê bigire. Mihemed dibêje; "Zehmetî gelekî dijwartir bûn, em ji saet 9'ê êvara duh ve li vir in. Rêzika seyareyan ji benzînxaneya Hentûş a Til Hecerê heta taxa Muftî dirêj bûye. Sedema vê krîzê êrişên dewleta Tirk a dagirker e, dibe ku tevgera veguhastinê ji ber tunebûna sotemeniyê jî raweste.”

‘EM Ê NEÇAR SEYAREYAN BISEKINÎNIN’

Xidir El Casim (50) xwediyê seyareya veguhastina hundirîn a taybet e. Ew jî zehmetiyan wiha vedibêje: "Em êdî di seyareyên xwe de xew dikin da ku em para xwe ya sotemeniyê wergirin. Ji ber êrişên li dijî herêmê ev krîz derket û bandor li debara jiyana me hat kirin. Eger em sotemeniyê bi dest nexin em ê neçar bin seyareyên xwe li pêşiya malên xwe bisekinînin."

Ajokarê bi navê Salih El Tewfîq jî got:  "Ji şevê din ve ez li vir im. Nexweşiya gurçikan bi min re ye, di hewaya sar de êş zêde dibe, lê ez neçar im bikevim dorê."

Nûrî El Hemade (40) xwediyê seyareya barhilgiriyê ye û ji bo ku sotemeniyê bigire 18 saetan di dorê de sekiniye, lê hîn jî dora wî nehatiye. El- Hemade jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Ji duh ve ez nizanim rewşa zarokên min çi ye, lê neçar im li vir bimînim. Ez debara malbatê bi vê seyareyê dikim. Hedefgirtina saziyên giştî û yên sotemeniyê bandoreke mezin li jiyana me kiriye. Metirsî heye ku tevgera veguhastinê raweste. Ne dûr e ku piştî ewqas sekinandinê jî ez para xwe wernegirim. Ji ber ku rêzika seyareyan 3 kîlometre derbas kiriye."

 (mh/a)