Girtiyên azadiyê 61 rojin di greva birçîbûnê dene

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ dane destpêkirin 61 rojin bi biryardarî berdewame.

Girtiyên azadiyê 61 rojin di greva birçîbûnê dene
26 ÇILE, 2024   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 61’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Malbatên girtiyan jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.