Li ber NY’ê banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin

Di çalakiya Cenevreyê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike, tecrîd û êrîş hatin şeremezar kirin û banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin ku wê 31’ê Tebaxê li Lozanê destpê bike.

Li ber NY’ê banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin
28 tebax, 2024   22:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, kete meha 44’an.

 Girseya ku weke her carê li Qada Natîons li hev civiyan, di şexsê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn de ku 23’ê Tebaxê li Silêmaniyê di encama êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin de deqeyek rêz girtin.   

Li ser navê Komîteya Amadekar a Cenevreyê Veysel Dalkiliç, rojnamevanan bi bîr anî û got: “Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd her curê şerê qirêj dimeşîne.”

Veysel wiha berdewam kir: “Faşîzma dewleta Tirk dijminê zarok, extiyar, jin û xwezayê ye. Qetilkirina rojnamevanan ne tesaduf e. Gulîstan Tara û Hêro Behadîn li Başûrê Kurdistanê rûyê qirêj ê dewleta Tirk eşkere dikir û ji ber vê hatin hedefgirtin. Em careke din dewleta Tirk û hevkarê wî PDK şermezar dikin.”

 Piştre, Nûrettîn Tûrgût axivî û bi bîr xist ku ew 44 meh in ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê li dar dixin û bal kişand li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got: “Yên ku li hemberî gelê Kurd xiyanetê bikin wê tu tişt bi dest nexin û weke deqmeyeke reş di dîrokê de cih bigirin.”

Di çalakiyê de bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin ku wê 31'ê Tebaxê li Lozanê destpê bike û heta Cenevreyê bidome.

Li ser navê tevgera ciwanan Yekbûn Guneş mafê axaftinê girt û wiha got: “Em bi tu awayî agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Hewldana dewleta Tirk a qutkirina Rêber Apo ji gel û berxwedana wî, wê bi têkoşîna me bi dawî bibe.” Guneş anî ziman ku têkoşîna ku tê dayîn pîroz e, lê kêm e û wiha pêde çû: “Divê hemû ciwanên Kurd her qadê veguherînin qada berxwedanê û li her qadê meşaleya azadiyê pêxin. Ji ber vê yekê divê hemû ciwanên Kurdistanî û dostên wan tevlî meşa ku wê 31’ê Tebaxê ji Lozanê destpê bike û li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê bi dawî bibe û meşa dirêj ku 15’ê Îlonê li Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” bê lidarxistin û 5 rojan bidome, bibin. Her wiha divê jibîr nekin ku ev meş ji bo azadiya Rêbertiya me tên lidarxistin û wisa birêxistin bibin.”