6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin

Hejmara komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan derket, 362’yan. Li 7 kantonan 6 Hezar û 733 kes paraznameyan dixwînin. Di nava wan de 96 kom ji jinan pêk tên.

6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin
6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin
6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin
6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin
6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin
6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin
6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin
6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin
6 hezar û 733 kes paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin
29 tebax, 2024   03:10
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan ku çavkaniya pergala xweseriya demokratîk in, belav dibe. 

Xwendina paraznameyan derdora salek beriya niha ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve, bi armanca fêrkirina zîhniyeta netewama demokratîk hatibû destpêkirin û niha ji aliyê çend saziyên din ve jî tê domandin.

Ji bo xwendinê li gelek bajar û bajarokên 7 kantonan kom hatine avakirin. Komên ku hejmara kesên tevlî dibin diguhere, li herherêmekê li gorî pêwîstiyan paraznameyekê dixwînin. Di vê çarçoveyê de paraznameyên, “Sosyolojiya Azadiyê”, “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya demokratîk” û “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” tên xwendin.

PIŞTÎ XWENDINÊ GOTUBÊJ

Parazname li gorî kesên beşdar dibin, bi zimanê Erebî yan jî Kurdî tên xwendin. Endamên komên destpêkê beşek ji pirtûkê dixwînin, piştre jî li ser mijarê gotubêj dikin, tiştên fêm nekirine, ji hev dipirsin.

 Ji welatiyan heta, mamoste, karmend, rewşenbîr, rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser ji hemû beşên civakê gelek kes tevlî xwendinan dibin. Li gorî beşdarên koman, hewl tê dayin ku tiştên hatine xwendin û fêmkirin, di xebatên saziyan û jiyanê de werin pêkanîn.

AKADEMIYÊ PÊŞENGÎ KIR 

Fikra avakirina koman û xwendina paraznameyan ji Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan derketiye. Bi gotineke din akademiyê pêşengiya vê xebatê kiriye û ji bo saziyên din jî bûye îlham. Zêdetirî salek beriya niha komên akademiyê hatine avakirin û bi xwendina Sosyolojiya Azadiyê hatiye destpêkirin. Di rewşa niha de li 16 bajarên 7 kantonên Herêma Rêveberiya Xweser bi giştî 41 komên xwendinê yên akademiyê hene. 429 kesên ku di nava wan de rewşenbîr, mamoste, nivîskar, rêveber û endamên saziyan jî hene, tevlî koman dibin.

PYD’ê 131 KOM AVA KIRIN

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji destpêka sala 2024’an ve li herêman dest bi avakirina komên xwendinê kiriye. Li 7 Kantonan bi giştî 131 kom hatine avakirin û 2 Hezar û 227 kes tevlî dibin. Li gorî herêman paraznameyên “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya demokratîk” û “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” bi zimanê Erebî yan jî Kurdî tên xwendin.

96 KOMÊN XWESER

Kongra Star ku wekî sîwaneya sazî û rêxistinên jinan ên Rojava û Kombûna Jinên Zenûbyaye, komên xwendinê yên jinan ava kirine. Heta niha li 7 Kantonan 96 kom hatine avakirin û hezar û 561 jin tevlî dibin. Komên xweser paraznameya bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” dixwînin û li ser nîqaşan dimeşînin. Hewl tê dayîn ku mijarên hatine gotubêjkirin di jiyanê de werin pêkanîn.

KOMÊN MAMOSTEYAN

Beşek komên xwendinê jî, ji mamosteyan pêk tê. Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi armanca ku mamoste li ser feresate netewa demokratîk bibin xwendiyên hişmendiyek kûrtir, ji destpêka sala 2024’an ve li 7 kantonan 59 kom ava kirine. Hezar û 991 mamosteyên dibistanan tevlî komên li herêmên xwe dibin û pazanameyên, “Sosyolojiya Azadiyê” û “Parastina Kurdên Di Nava Pençê Qirkirina Çandî de/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” nîqaşan dimeşînin. 

XWENDINÊN JI BO SAZIYÊN SIVÎL Û GEL 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku wekî sîwaneya sazî û rêxistinên sivîl kar dimeşîne jî, ev nêzî salekê ye xebata komên xwendinê dimeşîne. TEV-DEM’ê li 7 Kantonan 35 komên xwendinê ku 525 kes tevlî dibin, ava kirine. Komên ku rêveber û endamên saziyên sivîl, karker, cotkar û welatiyên ji beşên din ên civakê tevlî dibin, Paraznameyên “Sosyolojiya Azadiyê” û “Parastina Kurdên Di Nava Pençê Qirkirina Çandî de/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” dixwînin.

BANDOREK ÇAWA ÇÊDIKE?

Li gorî berpirsên saziyan û kesên tevlî komên xwendinê dibin, xwendin û nîqaşkirin bandorek erênî li ser xebat û jiyanê dikin.

Yusif Kutê yek ji berpirsên komên xwendinê yên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan e. Yusif diyar kir ku di zîhniyetê de guhertinên baş çêbûne û bandora wê li ser kar û xebatan jî çêbûye.

Yusif Kutê, da zanîn ku eger ev bername bê berfirehkirin û domandin, wê gavên hîn mezintir bi xwe re bîne.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Mexsê ku ew jî tevlî koma xwendinê dibe, da zanîn ku rewşa wan a beriya xwendina paraznameyan û piştî wê pir cuda ye û got: “Hişmendiya me berfirehtir bûye. Me sûdeke mezin ji xwendina paraznameyan girtiye. Piştî xwendinê me rastiya rêveberî, civak, kesayet û hwd. baştir fêm kiriye. Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rê nîşanî me daye.”

Rêvebera Kongra Star a Qamişlo Rodîn Îsa jî diyar kir ku xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan, di warê zihniyetê de guhertinan dide çêkirin û wiha axivî: “Xwendinê hiştiye ku em jiyan û xebatan de li koka xwe vegerin. Êdi li hemberî desthilatdariya zilam, dengê jinan hîn xurtir derdikeve.”

(a)

ANHA