Li Bendava Tişrînê 33 roj e berxwedan didome

33 roj e,  gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser tevahî herêmê, çalakiyên xwe li Bendava Tişrînê didomîne.

Li Bendava Tişrînê 33 roj e berxwedan didome
Li Bendava Tişrînê 33 roj e berxwedan didome
Li Bendava Tişrînê 33 roj e berxwedan didome
Li Bendava Tişrînê 33 roj e berxwedan didome
Li Bendava Tişrînê 33 roj e berxwedan didome
10 sibat, 2025   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 8ˋê Çileyê ve çalakiyên gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser Bendava Tişrînê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.

Ji bo parastina bendavê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên ji bajarên kantonên Cizîr, Firat, Dêrazor, Reqa û Tebqayê karwan bi karwan berê xwe didin bendavê.

Gelek caran şêniyên li ser bendavê û karwanên wan ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin hedefgirtin, di encamê de 24 kes şehîd bûn û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

(fr)