SOHR: Li herêmên cuda yên Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin

SOHRˋê diyar kir ku çekdarên nenas li herêmên cuda yên Sûriyeyê 7 kes kuştin.

SOHR: Li herêmên cuda yên Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin
10 sibat, 2025   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li nêzî çerxerêya Esîl a li taxa Kerem El Loz a Humsê, 3 kes dema ji xwaringehekê vedigerîn, hatin revandin. Ji wan 2 kes bira ne û yê din jî nenas e. Ew her sê li mezreyeke Morik ê gundewarê bajarê Hemayê kuştî hatin dîtin. 

SOHRˋê anî ziman ku li parêzgeha Laziqiyê, şêniyan cenazeya welatiyekî 80 salî ku di mala xwe ya li gundê Meqati bi guleyan hatibû kuştin, dît. Her wiha li nêzî berava Ceble cenazeya ciwanekî 30 salî ku destên wî bi kabloyan hatibû girêdan, hat dîtin.

SOHRˋê diyar kir ku 2 birayên ji taîfeya Şîe ku ji gundê Um El Emid ê gundewarê rojhilatê Humsê ne, dema 6ˋê Sibatê berê xwe dabûn Humsê, hatibûn revandin. Lê piştre cenazeyên her duyan hatin dîtin.

(fr)