Jinan banga rêgirtina li pêşiya sûcên kuştinê kir
Sûcên li dijî jinan tên kirin, li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin û bang li sazî û aliyên têkildar hate kirin ku erkên xwe bînin cih û rê li pêşiya van sûcan bigirin.
![Jinan banga rêgirtina li pêşiya sûcên kuştinê kir](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_665aec3e391ce.jpg)
Jinan li Eyn Îsayê, sûcên tundiyê û fişarên derûnî yên li dijî jinan şermezar kirin.
Duh cenazeyê jina bi navê Sewsen Ebûd (30) ku dayika 4 zarokan e, li mala xwe darvekirî hate dîtin. Beriya wê jî li Eyn Îsayê jinek hatibû kuştin.
Endama rêveberiya Kongra Star Ruqeye Mihemed daxuyaniya şermezarkirinê xwend. Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku têkoşîn bê mezinkirin ta ku zîhniyeta civakê ji hişmendiya baviksalar rizgar dibe û jin azad dibin.
Di dawiyê de bang li saziyên û aliyên têkildar hate kirin ku erkên xwe bînin cih û rê li pêşiya sûcên tundiya malbatî û fişarên li ser jinan bigirin.
(şx)
ANHA