ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-06-2026
4 hezîran, 2026   02:00

- Nûnertiya Kurdan di parlementoya Sûriyeyê de ji damezrandina dewleta Sûriyeyê ve di gelek pêvajoyên girîng  re derbas bûye. Destpêka avakirina dewletê kesayetiyên navdar ên Kurd tevlî perlemantoyê bûn, di demên şûn de bi serdestiya yek partiyê ev nûnertî kêm bû, niha jî mijara hevkariya siyasî û naskirina destûrî ketiye rojevê.

- Akademîsyen Mehmûd El Zayîd polîtîkaya dewleta Tirk a têkildaîr pirsgirêka Kurd rexne kir û got dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û hilbijartinan nêzî pêvajoya aştiyê dibe.

- Cotkarên herêma Çilaxayê ji ber buhayên kîsên xişxişkî û ta gazincan dikin û dibêjin buhayên wan ne sabît in. BI WÊNE Û DÎMEN

- Koçberekî Serêkaniyê got mala wî kirine koxika ajalan û destûr nadin ku ew vegere mala xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Ezmûnên bawernameyên navîn û amadehî li parêzgeha Hesekê dest pê dikin, saet 08.30ˊan. BI WÊEN Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê, ji bo şehîd Fayiz Feysel Ebdî li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir merasîma oxirkirinê li dar dixe, saet 09.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li ser dika Navenda Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê şanoya "Em lêborînê dixwazin... em nizanin wê çi bibe" tê pêşandan, saet 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN