Li Bedlîs, Geverê û Îzmîrê çalakiyên ji bo Rojava

Platforma Saziyên Demokratîk li Bedlîs, Geverê û Îzmîrê li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û tevahî Rojava çalakî li dar xist û êriş şermezar kir.

Li Bedlîs, Geverê û Îzmîrê çalakiyên ji bo Rojava
16 ÇILE, 2026   21:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Platfomra Saziyên Demokratîk li Bedlîs, Gever û Îzmîrê têkildarî êriş û komkujiyên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û êrişên li ser tevahî Rojavayê Kurdistanê çalakî li dar xistin.

BEDLÎS

Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ji bo protestokirina êrişên li ser Heleb û Rojava meşek li dar xist. Girseyê tevî hewldanên polîsan ên astengkirinê jî ji ber Navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bedlîsê heta Mizgefta Mezin meşiya. Di meşê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava”  hat berzkirin û girseyê bi çepikan bertekên xwe anîn ziman. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Sîdar Karaçelîk li ber mizgeftê axivî û komkujiyên li Helebê û wêneyên îşkenceyê yên derketin holê bi bîr xist. Sîdar Karaçelik destnîşan kir ku balkêşe êriş di dema hevdîtinan de hatin kirin û got: “Ev êriş berdewamiya êrîşên li dijî wargehên Durzî û Elewiyan e.”

GEVER

Platforma Saziyên Demokratîk a Colemêrgê jî bi girseyî ji avahiya DEM Partiyê ya Geverê heta Navenda Karsaziyê ya Zagrosê meşek li dar xist û êrişên HTŞê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kir. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Rojava nayê desteserkirin” hate hilgirtin û lolîpopên “Nirxên demokratîk bi tang û topan nayên tunekirin” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên weke “PKK gel e, gel li vir e”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Parlamenterên Colemêrgê Oznur Bartin û Vezir Coşkun Parlak, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberiyên navend û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê, pêkhateyên platformê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

ÎZMÎR

Platforma Saziyên Demokratîk li Çîmentepe Konak a Îzmîrê derbarê êrîşên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Em piştgirê rojava ne” hatin bilindkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li hemberî êrîşên li ser Rojava bêdeng namînin. Çareserî di manîfestoya civaka demokratîk de ye” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Li ser navê platformê Hevserokê DEM Partî yê Konakê Bahattîn Ozel daxuyanî xwend.

Bahattîn Ozel diyar kir ku modela civaka demokratîk ya ku li Rojava li dar e, temsiliyeta pêkvejiyana gel, bawerî û çandan e û got: “Ev model, bi me dide nîşan ku pêkvejiyan pêkan e û rasterast li holê ye ku Rojhilata Navîn a ku bi sedan sala ye şer, înkar û bi yekperestiyê tê bi rêvebirin, pêşerojeke demokratîk pêk tê. Li Rojhilata Navîn çareserî di “Manîfestoya Civaka Demokratîk” de ye. Rojava modeleke demborî nîne, li hemberî kêşe û şerên cîhanî rêya aştiyê li ber me vedike. Ancax bi modela Rojava aştî pêk were, lewma jî Rojava bûye hedefê desthilatdariyan.”

Bahattîn Ozel di dawiya daxuyaniyê de wiha bang li raya giştî kir: “Em hemû rêxistinên girseyî, ked û pîşeyan vedixwînin parastin û piştevaniya gelên Rojava. Bêdengiya li hemberî sûcên mirovî, şirîkatiya vî sûcî bi xwe ye.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.