Li başûrê Sûriyeyê teqîn

Çavkaniyên xwecih ên li Siweyda û Derayê ragihand ku baregeheke leşkerî ya hikumeta Şamê hatiye bombebarankirin.

Li başûrê Sûriyeyê teqîn
19 nîsan, 2024   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih li gundê Sale yê li rojavayê Siweydayê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Malpera Siweyda 24 ragihand ku balafirên şer li asîmanê başûrê Siweydayê firîne, beriya wê jî dengê teqînên li dû hev ji bajêr û rojavayê bajêr hatiye bihîstin.

Li gorî agahiyên pêşîn, balafirên şer êrişî baregehên leşkerî yên di navbera Dera û Siweydayê de kiriye.

Malpera Siweyda 24 ragihand baregeheke hikumeta Şamê ya li rojavayê Derayê hatiye bombebarankirin û di encamê de zirarên madî çêbûne.

Her wiha malperê destnîşan kir ku nehatiye piştrastkirin ka balafirgeha leşkerî ya El Sale ya li rojavayê Siweydayê hatiye hedefgirtin an na.

(şx)