Li Îranê teqîn

Hate ragihandin ku li dijî gelek herêmên Îranê êrişa bi balafirên biçûk pêk hatiye. Dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê got "Bersivdayîna Îsraîlê ye."

Li Îranê teqîn
19 nîsan, 2024   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îranê, li dijî Îranê êrişa bi balafirên biçûk hatiye kirin. Lewma qada hewayî hatiye girtin û rêwîtiyên hewayî taloq kirine. 

Îsraîlê gef xwaribû ku êrişa Îranê dê bê bersiv nehêle.

Rojnameya New York Times a Amerîkayê ku agahiyên xwe spartin 2 rayedarên leşkerî yên Îsraîlê, da zanîn ku artêşa Îsraîlê vê sibê li Îranê êrişî hin deveran kiriye.

Dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê jî cih da daxuyaniya rayedarekî amerîkî ku navê wî bi bîr nexist û got: "Moşekên Îsraîlê careke din li Îranê da."

Li gorî heman dezgehan, rayedarê amerîkî piştrast nekir ku li Iraqê yan Sûriyeyê jî êriş çêbûye.

Kanala El Ehid a Iraqê jî ragihand ku dengê teqînekê ji navçeya El Îmam a parêzgeha Babil a başûrê welêt hatiye bihîstin lê detayên dîtir parve nekirin.

Tora CNN jî ku agahiyên xwe spartin rayedarekî amerîkî, êrişa Îsraîlê li Îranê piştrast kir lê zelal nekir ka cihekî nukleerî hatiye hedefgirtin an na.

Ajansa Tesnîm a Îranê jî diyar kir ku tiştek bi kargehên nukleerî yên li Isfehanê nehatiye.

Tora NBC News jî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekê ku nexwest navê xwe aşkera bike, ragihand ku Îsraîlê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têkildarî êrişê agahdar kiriye û di heman demê de diyar kir ku DYA tev li êrişê nebûye.

Îranê piştî ku dengê teqînekê hat û sedema wê nehatiye zanîn, taloqkirina rêwîtiyan li balafirgeha Tehran, Isfehan û gelek deverên din ragihand.

Hin dezgehên çapemeniyê yên Îranê dîmenek parve kir û diyar kir ku çalakkirina pergala parastinê ya hewayî li Isfehanê ye.

Kanala El Alem jî ragihand ku tu teqîn li Isfehanê rû nedane û pergala parastinê ya hewayî ya Îranê, cismên bi guman li asîmanê baregeheke leşkerî li bakurê rojavayê Isfehanê kiriye hedef.

Kanala El Alem ragihand ku dengê teqînên li Tebrîzê hatine bihîstin jî yên bersivandina pergala hewayî ne û tu teqîn li bajêr çênebûne.

(şx)