Kongra Star: Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiyê ye

Meclisa Kongra Star a Kampa Serêkaniyê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya aştî û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Kongra Star: Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiyê ye
21 tebax, 2025   13:01
HESEKÊ

Meclisa Kongra Star a Kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên kongreyê ji aliyê rêvebera Kongra Star a kampê Zeyneb Hemo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi salan e di nava tecrîdeke girand e ye. Her wiha ji bo şikandina vê tecrîdê û bi daxwaza azadiya wî ya fizîkî, wê têkoşîna jinan xurttir bibe.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin li ser esasa fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin Her wiha hate diyarkirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

(zş/bb)

ANHA