Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de 9 kes birîndar bûn

Balafireke bê mirov a bi çek a Îsraîlê li başûrê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 9 kes birîndar bûn.

Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de 9 kes birîndar bûn
20 gulan, 2025   15:30
NAVNDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafireke bê mirov a bi çek a Îsraîlê li ser rêya El Mensûrî-Mecdel Zon a başûrê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kiriye.

Navenda Operasyonên Awarte ya Tenduristiya Giştî ya Wezarete Tenduristiyê ya Lubnanê der barê êrişê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de 9 kes birîndar bûn. Her wiha hate destnîşankirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyên bajar û birînên hin kesan giran e.

(bb)