Yekîtiya Ewrupayê pêkanînên li ser Suriyeyê radike

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew amade ne hemû pêkanînên aboriyê ji ser Sûriyeyê rakin.

Yekîtiya Ewrupayê pêkanînên li ser Suriyeyê radike
20 gulan, 2025   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP'ê, dîplomatên Ewropî roja Sêşemê daxuyanî dan û diyar kirin ku biryar wê li Brukselê di civîna wezîrên karên derve yên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê de bê erêkirin.

Li gorî dîplomatan, pêkanîn bi taybetî li dijî sîstema bankakarî ya Sûriyeyê ne û nahêle ev sîstem xwe bigihîne bazara sermayeyê ya navneteweyî.

Peymana ku sefîr

ên bilind ên Yekîtiya Ewropayê pêk anîne, tê payin ku di civîna wezîrên karên derve ya roja Sêşemê de fermî bibe.