Çete û dagirkeran dîsa karkarên stasyona avê gulebaran kirin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din karkerên stasyona avê ya li gundê Şêxlera Jorîn ê Kobanê gulebaran kirin.

Çete û dagirkeran dîsa karkarên stasyona avê gulebaran kirin
20 gulan, 2025   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê karker û karmendên stasyona avê ya Şêxlera Jorîn a li rojavayê bajarê Kobanê careke din kirin hedef.

Çete û dagirkeran 1’ê Sibatê bi balafirên şer stasyona avê ya Şêxlera Jorîn bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de stasyona ku avê dide zêdetirî 50 gundan, rûxiya û ji xizmetê derket.

Dema ku ekîbên sererastkirinê ji bo sererastkirinê diçûn cihê stasyonê, dihatin hedefkirin. Herî dawî di 13’ê Gulanê de stasyon hatibû topbarankirin.

Îro jî dema ku ekîbê berê xwe da stasyonê da ku xebatên temîrkirinê bidomîne, ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve hat gulebarankirin. Di heman demê de gule li gundê Şêxlera Jorîn jî berandin.

(bb)

ANHA