Li Başûrê Kurdistanê hêrsa li hemberî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Li Kerkûk, Dihok û Silêmaniyê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê hatin şermezarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê hêrsa li hemberî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
10 ÇILE, 2026   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştevaniya ji bo berxwedana Kurdên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên li Helebê, her ku diçe berfirehtir dibe.

Li Baxê Xiyam ê li beramberî Keleha Kerkûkê yê li bajarê Kerkûkê, bi amadebûna çalakvan, mamoste, mela û welatiyan ji bo piştevaniya berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de mamoste Kazim Elî ji çapemeniyê re peyama çalakvanan xwend.

Di peyamê de hate diyarkirin ku bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku berê xwe bidin rabirdûya Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çawa şervanan cîhanê parastin û hêza terorî ya DAIŞ’ê têk bir.

Kazim Elî got: “Êrişa li ser her du taxên Kurdan ên li bajarê Helebê; Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam e. Artêşa Ereb a Sûriyeyê, welatiyan koçber dike, qetil dike û di komkujiyan re derbas dike.”

DIHOK

Mamoste û xwendevanên peymangeha pîşeyî ya li parêzgeha Dihokê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê êriş şermezar kirin û piştgirî da berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku li dijî êrişan bê deng nemînin û hate gotin: “Em bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin, bibin yek û li dijî van êrişan xwedî helwest bin.”

SILÊMANÎ

Li Silêmaniyê bi armanca piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şermezarkirina êrişên komên çete yên li ser van her du taxan, meşeke girseyî dest pê kir.

Meşê ji Cadeya Saholeke dest pê kir û dê heta ber Baxê Giştî berdewam bike.

Di meşê de dirûşmên “Rojava Rojhilate, Kurdistan yek welate” tên berzkirin. Tê payîn piştî meş gihişt ber Baxê Giştî daxuyaniyek were dayîn.

BAJAROKÊ RIZGARÎ

Xelkê bajarokê Rizgarî yê ser bi herêma Germiyanê ve li Parka Dayîk bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Di daxuyaniyê de tevî nûnerên hizb û aliyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl, çalakvan, mamoste û xizmên enfaliyan jî hebûn.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Lawan Ehmed ve hatiye xwendin, ev tişt hatin gotin: “Çekdarên Ehmed Şer bi rojane bi çekên giran êrişî gelê me yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Çekdar dixwazin taxên Kurdan dagir bikin. Em weke niştecihên bajarokê Rizgarî, piştgiriya berxwedan û têkoşîna hêzên Ewlekariya Hundirîn û niştecihên taxên Kurdan dikin. Em hemû êrişên hovane ên çekdarên Ehmed Şer şermezar dikin.

Em bang li gelê Kurd dikin, bi taybet jî gelê Başûr dikin ku bê deng nemînin. Em bang li saziyên navneteweyî, NY û her kesî dikin ku rê li êrişên ser gelê me bigirin.”