Li Balcîkayê ’’Hevdîtina Şêwirmendiya Neteweyî’’ hat lidarxistin

Di hevdîtina li Balcîkayê de ji bo pêşvebirina nirxên hemwelatîbûnê û pêşxistina nêrîneke hevpar ji bo avakirina dewleteke federal û nenavendî tîmeke xebatê ya pispor hate avakirin.

Li Balcîkayê ’’Hevdîtina Şêwirmendiya Neteweyî’’ hat lidarxistin
7 kanûn, 2025   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh ( 6 Kanûn 2025) li Balçîkayê bi beşdariya nêzîkî 50 kesayetên siyasî û civaka sivîl ên Sûriyeyê yên ji paşxaneyên cûda "Hevdîtina Şêwirmendiya Neteweyî" pêk hat.

Beşdran der barê rewşa Sûriye û siberoja wê de gelek mijar gotûbêj kirin. beşdarn bal kişand ser girîngiya xurtkirina xalên hevpar di navbera Sûriyeyan de li ser bingeha peymana civakî û nirxên hemwelatîbûnê, bêyî serdestî an destwerdana derve.

Di encama hevdîtinê de ji bo pêşvebirina nirxên hemwelatîbûnê û pêşxistina nêrîneke hevpar ji bo avakirina dewleteke federal û nenavendî tîmeke xebatê ya pispor hate avakirin.

(k)