Beşên Nexweşxaneya Tebqayê hatin firehkirin

Piştî ku qada kantona Tebqayê berfireh bû, Desteya Tenduristiyê ya kantonê beşên sereke yên Nexweşxaneya Nîştimanî (El Wetenî) ya Tebqayê berfireh kirin.

Beşên Nexweşxaneya Tebqayê hatin firehkirin
Beşên Nexweşxaneya Tebqayê hatin firehkirin
Beşên Nexweşxaneya Tebqayê hatin firehkirin
Beşên Nexweşxaneya Tebqayê hatin firehkirin
Beşên Nexweşxaneya Tebqayê hatin firehkirin
7 kanûn, 2025   11:35
TEBQA

Piştî rûxandina rejîma rejîma Baasê (8 kanûn 2024), bajarên Dêr Hafir û Mesekine ku hejmara niştecihên wê derdora 200 hezar kes e tev li kantona Tebqayê bûm. Bi firehbûna erdîngariya kantonê re zextên li ser saziyên tenduristiyê zêde bûn. Girtina rêya Dêr Hafir-Helebê jî bû sedem ku hejmara nexweşxan li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Tebqayê zêde bibin.

Li ser vê yekê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Tebqayê beşên sereke yên nexweşxaneyê berfireh kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Tebqayê Abdullah Himêdî diyar kir ku beşên neştergerî, rewşa awarte, zarok, gûrçik û ambulansa navendî û hin beşên din hatin firehkirin.

Beşa gurçikan jî ku berî ji 8 textan pêk dihat bû 14 text. Di beş de 8 cîhaz hene, yek jê xirab bûye. Di demeke nêzîk de wê 3 cîhazên din ên gûrçikan werin zêdekirin. Beşa gûrçikan rojane derdora 100 nexweşan pêşwazî dike.

Beşa zarokan ku ji 7 odeyan pêk dihat bû 11 ode. Di beş de 4 înkubatorên zarokan  yanî (cihê parastina zarokan)hatin zêdekirin, bi vê yekê hejmara wan dibin 14. Her wiha beşa çavdêriya awarte jî hat berfirehkirin, ji bo nexweşî hev din negirin jî tedbîr hatine kirin. Di heman demê de 3 holê lênerînê hatine vekirin û amadekariyên vekirina 2 holên din jî dewam dikin.

Li nexweşxaneyê Li beşa lênerînê jî ku ji 9 textan pêk dihat, 6 textên din hatin zêdekirin, hewldan hene ku di demek nêzîk de hejmara textan li vî beşî bikin 25 text.

Li kantona Tebqayê 2 nexweşxane (Nîştimanî û Welidandinê) û 15 navendên tenduristiyê hene ku bê pere nexweşxan pêşwazî dike.

(b)

ANHA