Li balafirgeha Moskovê bombeyekê rewşeke awarte çêkir

Rayedarên Rûsyayê, piştî agahiya wergirtina hebûna bombeyekê li ser balafirekê, biryar da ku gera ji Moskovê ber bi Yerîvanê ve dereng bixin.

Li balafirgeha Moskovê bombeyekê rewşeke awarte çêkir
24 adar, 2024   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa li dijî şahiyeke mûzîkê li navenda Crocus a li deverên Moskovê, bûyereke din rû da.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê,  li balafirgeha Sheremetyevo ya Moskovê rêwiyek hat girtin. Ew yek piştî agahî li ser hebûna bombeyekê di çeteya wê de pêk hat. Rayedaran jî biryar da gera ji Moskovê ber bi Yerîvanê ve dereng bixin.

Dezgehan diyar kir ku polîs li cihê bûyerê ne û tedbîrên guncaw girtine, lê tu agahiyên din der barê lêpirsînan de nedan.

(fr)