Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir

Xelkê kantona Dêrazorê Newroza 2024ˊan di nava kêfxweşî û gerandina dîlan de pîroz kir.

Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
Xelkê Dêrazorê Newroz pîroz kir
24 adar, 2024   17:56
DÊRAZOR

Xelkê kantona Dêrazorê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran bi cilên xwe yên gelêrî berê xwe da herêma kargehan ku beşdarî Newroza 2024ˊan bin. Li qadê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Piştî agirê Newrozê hat dadan, cîgirê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Itêş bixêrhatina beşdaran kir û got: "Bi damezrandina Rêveberiya Xweser û hatina bayên azadiyê re Adar hat."

Piştre endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xîtam El Salih axivî û got: "Em Newroêz li tevahî gelên cîhanê, jinan bi taybet pîroz dikin."

Xîtam wiha domand: "Em asta fedakariya Rêberê me ku banga azadiya gelan û jinan dike dizanin, ji lew re divê di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de em têkoşîna xwe mezin bikin."

Şahî bi gerandina dîlan û şanoyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA