Li bakurê Idlibê êrişa hewayî

Balafireke bêmirov ku texmîn heye ya Koalîsyona Navneteweyî ye li ser rêya Harim -Barîşa ya bakurê Idlibî erebeyek bombebaran kir. Di encamê de herî kêm kesek hate kuştin.

Li bakurê Idlibê êrişa hewayî
2 cotmeh, 2025   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov ku texmîn heye ya Koalîsyona Navneteweyî ye, li ser rêya Harim-Barîşa ya bakurê Idlibê, bi 2 moşekan bombebaran kir. Di encamê de herî kêm kesek hatiye kuştin. Agahî hene ku kesê hatiye hedefgirtin, “cîhadîst”e.

Li gorî çavkaniyên xwecih, ji cihê êrişê dûman bilind bûye, lê heta niha nasnameya kuştî nehatiye zanîn.

(şx)