`Nameya Rêber Abdullah Ocalan hêza me ya têkoşînê xurttir kir`

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re rêkirin û got nameya wî ya dawîn a ji bo Civata Êzidî, hêza wan a berdewamkirina têkoşînê ta bidestxistina demokrasî û aştiyê, xurttir kir.

`Nameya Rêber Abdullah Ocalan hêza me ya têkoşînê xurttir kir`
2 cotmeh, 2025   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan nameyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û Civata Êzidî re şandibû. Di wê nameyê de, behsa fermanên li dijî êzidiyan û got ew pir pê êşiye û destnîşan kir ku ew dê hebûna wan biparêze û bang li wan kir ku yek bin. 

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava der barê nameyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyekê de yekitiyê silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji Civata Êzidî re nameyeke girîng şand. Ev name, hêza me ya berdewamkirina têkoşînê ber bi bidestxistina demokrasiyê û aştiyê, xurttir kir.

Di dîroka dirêj a Civata Êzidî de, êzidî rûbirûyî fermanên li dijî hebûn û çanda wê ma. Jinên êzidî jî, armanca terorîst û sûcdaran bûn ku bi rêya hedefgirtina wê, hewl dan şaxên Civata Êzidî yên di dîrokê de, tune bikin.

Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê û demokrasiyê ji me re nîşan da. Em ê hêviyên wî yên bidestxistina jiyana hevbeş û birûmet li ser bingeha netewa demokratîk bi dest bixin.”

(şx)