Li Bakur û Tirkiyê çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayin û çalakî hatin lidarxistin.

Li Bakur û Tirkiyê çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê
1 mijdar, 2026   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarên cuda yên Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayin û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a gelan hate kirin. Li navçeya Pirsûs a Rihayê jî şahiyek hate lidarxistin. Li Konyayê rêxistina DEM Partiyê ya bajêr civîneke çapemeniyê lidar xist.

EDENE

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li Parka Înonu daxuyaniyek da. Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Yakûp Ataş daxuyanî xwend û anî ziman ku 1'ê Mijdarê ew roj e ku gelan li dijî tarîtiyê li ber xwe dan û îradeya jiyanê nîşan dan.

Ataş ragihand ku Kobanê bîra hevpar a gelan e, Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan hate afirandin jî di serî de ji bo gelê Kurd hîn jî ji bo tevahiya gelên herêmê hêvî ye. Ataş diyar kir ku berxwedana Kobanê têkoşîna enternasyonal xurtir kir. daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

MERSÎN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê li Parka Zarokan a Ozgur daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê DEM Partiyê yê Mersînê Adnan Şahîn daxuyanî da û anî ziman ku berxwedana Kobanê ji bo têkoşîna jiyana bi hev re û azadiya gelan xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Şahîn destnîşan kir ku li Kobanê ne tenê bajarekî, her wiha fikir û baweriyekê li ber xwe da û got, Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan ji bo gelên herêmê hêvî ye. Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

RIHA

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Pirsûs a Rihayê şahiya Roja Kobanê ya Cîhanê hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî şahiya li meydana bajêr bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku berxwedana Kobanê di naskirina gelê Kurd a li cîhanê de roleke girîng lîst.

Şenyaşar bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê dewlet gavên şênber biavêje.

Li dû axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

KONYA

Rêxistina DEM Partiyê ya Bajarê Konyayê jî li avahiya bajêr civîneke çapemeniyê lidar xist. Hevserokê Bajêr Molla Şîmşek daxuyanî da û anî ziman ku Kobanê bi berxwedana xwe ya li dijî êrişên DAÎŞ'ê bû hêviya gelên cîhanê.

Şîmşek bi bîr xist ku li gel Kurdan, Ereb, Ermen, Êzidî û enternasyonalîstên ji welatên cuda beşdarî berxwedana Kobanê bûn û got, parastina bajêr bû parastina îradeya jiyana hevpar a gelan.