Li bajarên Fransayê şehîdên Rojava hatin bibîranîn

Li gelek bajarên Fransayê ji bo bibîranîna şehîdên Şêxmeqsûd û Rojava çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Fransayê şehîdên Rojava hatin bibîranîn
8 sibat, 2026   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hejmarek bajarên Fransayê sazî û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) şehîdên taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û Rojava bi bîr anîn.

DRAGUIGNAN-FRANSA

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Draguignan ê Fransayê ji bo şehîdên Rojava û Şêxmeqsûdê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes tevlî bîranînê bûn û ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Nûrî Karayazi axivî. Karayazi diyar kir ku qehremanên ku pêşengiya berxwedana li Heleb û Rojava kirin, îro jî îlhamê didin gelan û wiha got, “Em bejna xwe li ber Fermandar Ziyad Heleb, Ehmed Hêmin û hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Bi saya fedakariya wan xeyala yekîtiya neteweyî û jiyana azad didome.”

Karayazî destnîşan kir ku gefên li ser Rojava hîna jî dewam dikin û banga hestiyariyê li gel kir û got, “Dijmin îro polîtkayên xwe bi awayekî cuda didomîne. Divê her kes vê rastiyê bibîne û xwedî li nirxa şehîdan derkevin.”

Çalakî bi sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdên Rojava û peyamên bi hestiyar ên beşdaran bi dawî bû.

FRANSA

Li banliyoyên paytexta Fransayê Parîsê; Villiers-le-Bel, Drancy, Villeneuve-Saint-Georges û Evryyê, di şexsê Ziyad Heleb û hevalên wî yên ku di berxwedana Helebê de nemir bûn, ji bo hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê merasîmên bîranînê hatin li dar xistin.

VÎNA APOYÎ PLANÊN DAKIRKERİYÊ PÛÇ KİR

Yek ji rawestgehên sereke yên bîranînan Villiers-le-Bel bû. Li vir tevî berxwedêrên Helebê, gerillaya YJA STARê Zenda Bermal (Zîlan Şahin) jî ji ber salvegera şehadeta xwe hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî û Meclîsa Gel a Villiers-le-Belê pêk hat û malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî tevli bûn.

Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan di bîranînê de axivî, silav li sembolên berxwedana Helebê Ziyad Heleb, Deniz Çiya û Ehmed Hêmin kir. Dogan bal kişand ser ruhê berxwedanê yê li Rojava û got: “Şervanên berxwedana Rojava, tevî ku hejmara wan kêm bû jî, bi vîneke fedayî li hemberî hêzên dagirker sekinîn. Kesên ku tunekirina gelê Kurd dikin armanc, her carê li dîwarê berxwedan û vîna Apoyî diqelibin.”

ZEXTA QIRKIRINÊ BI BERXWEDANÊ HATE PARÇE KIRIN

Li ser navê KOMAW’ê Bedrettin Kavak jî axivî û destnîşan kir ku berxwedana li Rojava ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî û stratejîk e. Kavak got: “Bi saya berxwedana birûmet a li Rojava, konsepta qirkirinê ya ku li ser gelê me dihat ferz kirin hat parçe kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê rabûna gel, riya azadiyê vekiriye.” Kavak diyar kir ku Ziyad Heleb û hevalên wî ji bo hemû gelê Kurd mîrateyeke sekna birûmet hiştine.

LI BANLİYOYÊN DIN JÎ BÎRANÎN HEBÛN

Li Drancyê ku cihekî din ê bîranînan bû, di axaftinan de hat gotin ku êrişên li ser Rojava berdewamiya Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ne, lê bi saya kevneşopiya berxwedanê ya Rêber Apo hatine pûçkirin.

Di merasîmên li Villeneuve-Saint-Georges û Evryyê de jî bal hat kişandin ser berxwedana gel ku zêdetirî mehekê ye li kolanên Ewropayê berdewam dike. Di axaftinan de hat diyarkirin ku berxwedana Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê bûye peyama azadiyê.

Merasîmên bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bûn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê, ji bo kesên ku di êrîşa çeteyên HTŞ-DAIŞ û dewleta Tirk de li Rojava şehîd bûn, li Navenda Çanda Kurd a Marsîlyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de, di bin dirûşmeya,  “Lehengên Berxwedana Hêbûn û Rûmetê” de wêneyên şehîdên fedayî hate teyisandin.

Di çalakiya bîranînê de, şehîdên yekîtiya neteweyî yên Kurdistanê ku li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Hesekê şehîd bûn, hatin bibîranîn. Di şexsê şehîdên Rojava de, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin û sirûda neteweyî “Ey Reqîp” hate xwendin.Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê Kurd zêdeyî sed sal in di têkoşîna azadiyê de berdêlên giran didin û hate diyarkiirn kuk dilsoziya bi şehîdan re wê têkoşînê mezin bike û yekîtiya gelan xurt bike.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku berxwedana li Rojava, ne tenê têkoşînekî azadiyê ye, têkoşîneke dîrokî ya di navbera ronahî û tarîtiyê de ye.

Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyana şehîdên Rojava hate pêşandan. Çalakiya bîranînê bi soza dilsoziya bi bîranîna şehîdan re bi dawî bû.