Li Ewropayê çalakiyên bi daxwaza "Statu ji bo Roajva" didomin

Li seranserî cîhanê, bi taybet Ewropa Kurdistanî û dostên wan çalakiyên xwe yên ji bo piştevaniya Rojava didomînin û di çalakiyan de diruşmeyên "Bijî YPG, YPJˊê", "Statu ji bo Roajva" û"Jin, Jiyan, Azadî" tên berzkirin.

Li Ewropayê çalakiyên bi daxwaza "Statu ji bo Roajva" didomin
8 sibat, 2026   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê bi diruşmeyên ""Bijî YPG, YPJˊê", "Statu ji bo Roajva" û"Jin, Jiyan, Azadî" çalakiyên ji bo gelê Kurd û Rojava didomînin.

HAMBUR

Li bajarê Hamburg ê Almanyayê, ji aliyê RiseUpForRojava ve meşekî girseyî hate lidarxistin. Çalakî li semta Harbugê bi dirûşmeya “Defend Rojava” hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn.

Beriya meşê, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Di axaftinên çalakiyê de banga tavile rakirina dorpêça li ser Kobanê û naskirina statuya demokratîk a Rojava hate kirin.

Li ser navê ciwanan Zelal Amed axivî û wiha got: “Parastina Rojava, parastina fikra azadiyê ye. Rojava xeta me ya sor e. Divê em vê îro, sibê û heta dawî li kolanan bi dengê bilind nîşan bidin. Bijî berxwedana Rojava.”

Çalakî li pêşiya Şaredariya Harburgê bi dawî bû. Her wiha bang hat kirin ku tevlî çalakiya protestoyî ku wê roja Duşemê di saet 13:00’an de li Hamburgê li pêşiya avahiya kovara DER SPIEGEL were lidarxistin, bibin.

LONDON

Li paytexta Brîtanayayê Londonê bi hezaran Kurdistanî li ber avahiya BBC’yê hatin bal hev û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Çalakgeran bang kirin ku statuya siyasî ya Rojava bê mîsogerkirin û Îngilistan di vî warî de gavan biavêje.

Bi bangawaziya Kurds United ku Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê tê de cih digirin, çalakiyek hat lidarxistin û daxwaza statuya siyasî ji bo Rojava û rakirina dorpêça li ser Kobanê hat kirin. Her wiha bêdengiya BBC’yê ya li hemberî Rojava hat protestokirin, sloganên “Shame on you” hatin berzkirin û dowîz hatin hildan.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ew ne tenê ji bo piştgiriyê, lê ji bo nîşandana helwesteke dîrokî li dilê Londonê hatine bal hev. Axaftvanan gotin: “Êrîşên li ser Rojava, êrîşeke plankirî ye ku ji hêla dewleta Tirk û mîlîtanên cîhadîst ve hatî pêkanîn û armanca wê şikandina vîna gelekî ye ku bi dehan sal in modela demokrasiyê û jiyana hevpar a aştiyane pêşkêş dike.”

Di axaftinan de hat diyarkirin ku Rojava ji bo gelê Kurd xeta sor e û hat destnîşankirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî çeteyên cîhadîst û dijminên mirovahiyê ne sincî û ne wijdanî ye. Hat diyarkirin ku azadiya Rojava tê wateya azadî û aştiya Kurdistan û Rojhilata Navîn û hat gotin: “Em ê ji bo azadî û aştiyê li ber xwe bidin, têbikoşin û em ê teqez bi ser bikevin.”

Di axaftinan de hat ragihandin ku gelê Kurd ji Hewlêrê heta Mahabadê, ji Amedê heta Kobanê dê bibe yek beden û yek deng û peyama “Heta mafên me yên rewa neyên mîsogerkirin em ê qadan neterikînin” hat dayîn.

Li ser navê Kurds United, Salman Kurda daxuyaniya hevpar xwend û bal kişand ser dorpêça giran a li ser Kobanê û got: “Bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên cîhanê, şirîkatiya van wehşetan e. Peymana ku di 30’ê Rêbendanê de hatî îmzekirin ne dawiya têkoşîna me ye, destpêka têkoşîneke nû ye.” Kurda destnîşan kir ku ew ê hişmendiya cîhadîst û ferzkirinên yek-perest ên ku ji hêla dagirkeran ve têne sepandin qebûl nekin.

SION

Li bajarê Sion ê Kantona Valais ê Swîsreyê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, çalakiya piştevaniyê hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a Leyla Qasim û Dem-Kurd Valais ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de peyamên piştevaniyê ji bo gelê Rojava hate dayîn û bexş hatin komkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya Tirkî Elîf Aciz Şahîn û Kurdî jî Rûşen Tûtkû xwend. Di daxuyaniyan de îşaret bi bandorên hilweşîner ên êrîşên li ser Rojava li ser sivîlan hate kirin û hate destnîşankirin ku rewşa jin û zarokan ku di bini şert û mercên giran ên ziwistanê de têkoşîna jiyanê didiin, her roj xiraptir dibe.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê Rojava ne tenê rûbirûyê êrîşan, di heman demê de rû bi rûyê sarma, xizanî û ambargoyê ne. Zarok ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest didin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî dewam dike. Ev bêdengî hevkariya sûc e.

Di daxuyaniyan de îşaret bi çanda piştevaniyê ya dîrokî ya Kurdan hate kirin û hate diyarkirin ku divê Kurdên li Ewropayê dijîn û gelên dost, piştevaniya madî û manewî bi Rojava re mezin bikin. Hate destnîşankirin ku piştevanî bersiva herî xurt a li dijî şer û polîtîkayên xirakirinê ye.

Çalakî bi peyamên mezinkirina piştevaniyê bi gelê Rojava re bi dawî bû.

DANÎMARKA

Kurdistanî û dostên wan ên ku li Danîmarkayê çalakiyên xwe didomînin, îro di saet 13:00’an de li Qada Store Torvê li hev kom bûn û mitîngê li dar xistin.

Di mitîngê de dirûşmeyên,  “Bijî YPJ-YPG”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Statu ji bo Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan û serokê rêveberiya demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şeri (Colanî) hat protestokirin.

Parlamenterê Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê (SF) Chalote Bromen jî tevlî çalakiyê bû.

Chalote Bromen di axaftina xwe de diyar kir ku Parlamentoya Danîmarkayê piştgiriyê dide têkoşîna gelê Kurd û daxwaza statuyê ya Rojava.

Kurdistanî û dostên wan ên li Aarhusê dijîn, diyarkirin ku ew ê ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava û naskirina statuya demokratîk çalakiyên xwe bidomînin.

BERLÎN

Li paytexta Almanyayê Berlînê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan, bi armanca protestokirina êrişên dagirkeriyê û dorpêça li ser Rojava ya berdewam dike stand vekirin, afîş û broşur belav kirin.

Di standa ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (Teko-JIN) li ber birca saetê ya Alexanderplatzê hat vegirtin de, êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û ji bo berjewendiya Heyva Sor xebatên agahdarkirin û piştevaniyê hatin meşandin. Ji gelê ku serdana standê kir re hat ragihandin ku Heyva Sor saziyeke alîkariyê ya mirovî ye ku li dijî zilmên li Kurdistanê diqewimin çalakiyan dimeşîne.

Di daxuyaniyan de hat gotin, “Em îro wek ciwanên şoreşger ên Apoyî ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava li vir in.” Di daxuyaniyan de her wiha rexneyên li ser wê yekê hatin ziman ku Elmanya piştgiriyeke nerasterast dide êrişên li ser Rojava û hewl dide berteka demokratîk a gelê Kurd bitepisîne.