Di mehekê de li başûrê Sûriyeyê 70 tevgerên Îsraîlê pêk hatin

Di meha Mijdarê de hêzên Îsraîlê zêdetirî 70 caran derbasî başûrê Sûriyeyê bûn û li deverên Quneytra, Deraa û Beyt Cin serdegirtin û pevçûn qewimîn.

Di mehekê de li başûrê Sûriyeyê 70 tevgerên Îsraîlê pêk hatin
2 kanûn, 2025   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Sûriyeyê di meha Mijdarê de tevgera leşkerî yên artêşa Îsraîlê zêde bû, hêzên Îsraîlê êrişên bejahî û hewayî li ser axa Sûriyeyê pêk anîn. Tel Avîv van tevgeran wek "tedbîrên pêşîlêgirtinê" bi nav dike da ku pêşî li komên çekdar ên nêzî Îranê bigire ku li nêzî sînor bi cih nebin.

Li herêmên sînorî yên Quneytra û Deraayê di meha Mijdarê de 74 tevgerên derbasbûna nava axa Sûriyeyê pêk hatin, yekîneyên leşkerî derbasî herêman bûn û carinan jî li dijî xalên ku tê gotin ji bo çavdêrîkirin an veguhastina çekan têne bikaranîn, êriş pêk anîn.

Di 3 ji van êrişan de, di navbera hêzên Îsraîlê û komên xwecih de pevçûn derketin. Ya herî berbiçav êrişa dawîn a li ser bajarokê Bêt Cin ê Şamê bû, di encamê de herî kêm 15 sûriyeyî hatin kuştin û 20 kesên din birîndar bûn, her wiha 6 leşker û efserên Îsraîlê jî birîndar bûn.

Di dema van tevgran de hin dever hatin topbarankirin, kes hatin gitin, bendên kontrolê hatin danîn û rê hatin xirabkirin. Heta niha aliyên fermî yên Sûriyeyê li hember van kiryaran bê deng in.

ARMANCÊN TEVGERÊN ÎSRAÎLÊ

Li gorî nirxandin û şîroveyên hin raporên medyaya Îsralê, armanca Îsraîlê ji van tevgeran ew e ku "pêşî li veguhastina çekên" bo başûrê Sûriyeyê bigire û hewlên ji bo avakirin an xurtkirina xalên çavdêriyê li nêzî Girên Colanê asteng bike.

Tel Avîv dibêje çalakiya zêde ya komên nêzî Îranê hewce dike ku tevgereke bejayî pêk bîne, berevajî salên berê ku Îsraîlê giranî dida ser êrişên hewayî.

BANDORÊN LI SER BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ

Ev zêdebûna tevgera Îsraîlê, bi taybetî li gundên Quneytra û gundewarên rojavayê Derayê, di nava şêniyên herêmê de fikarên mezin çêdike. Li gorî şêniyan di hefteyên dawîn de tevgera dronan û teqînên şevê zêde bûye.

(k)