Li Babê di êrişa çeteyan de 2 ciwan birîndar bûn

Li bajarê Babê 2 ciwan di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûn.

Li Babê di êrişa çeteyan de 2 ciwan birîndar bûn
1 hezîran, 2024   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bajarê Babê yê li bakurê Helebê gule li erebeyekê reşandine. 

Çavkaniyan destnîşan kir ku 2 ciwanên ji Dêrazorê ku di erebeyê de bûne û di êrişê de birîndar bûne.

Li gorî çakvaniyan, çeteyan her du ciwan birine cihekî nediyar.

(bb)

ANHA