Çeteyekî din di saziyên desthilata Şamê de hat tayînkirin

Desthilata Şamê çete Haris El Rîbah ji bo rêvebirina Beşa Medyaya Dîjîtal a Dêrazorê tayîn kir. Li hemberî tayînkirina çeteyan bertek hatin nîşandan.

Çeteyekî din di saziyên desthilata Şamê de hat tayînkirin
23 gulan, 2025   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Şamê biryara tayînkirina çeteyê bi navê Haris El Rîbah wek rêveberê Beşa Medyaya Dîjîtal a Dêrazorê da. Li hemberî biryara tayînkirina çete El Rîbah ê ku gelek sûcên qetilkirin û binpêkirina mafên mirovan kirine, nerazîbûn hatin nîşandan.

Destê çete El Rîbah di qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan (12 Cotmeh 2019) de heye. Ji dîmên ku parve bûne, çete li El Rîbah li kêleka serçeteyê koma "Ehrar El Şerqiye" Hatim Ebû Şeqra li cihê bûyerê ne û bi cenaze dilîzin.

Li gorî çavkaniyên hiqûqî yên Ewropî, hikumeta Almanyayê ji sala 2019’an ve navê çete El Rîbah xistine lîsteya navên kesên têne lêgerîn.

Beriya niha jî çete Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê yekîneya 86’an Wezareta Parastinê ya desthilata Şamê hat tayînkirin. Li hemberî vê tayînkirinê rexne û bertekên tund hatin nîşandan.

Rêxistinên jinan û yên hiqûqî diyar kir tayînkirina qatilên jinan di saziyên desthilata Şamê de peyamên metirsîdar didin û piştrast dike ku tevgereke cidî li hemberî sûcdar û qatilan tune ne. Her wiha ji ber xetereyên van tayînkirinan hişyarî dan ku çanda hesabnepirsînê ji sûcdaran pêş bikeve û hewlên serxistina edaleta pêvajoya veguhestinê ya li Sûriyeyê têk dibin.

(bb)