Li Amûdê û Til Hemîsê çalakiyên 25ˈê Mijdarê

Li bajarên Til Hemîs û Amûdê di çarçoveya çalakiyên Roja Navnetewî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan de, semîner û panelek hatin lidarxistin. Di çalakiyan de rêbazên tunekirina tundiyê û bidestxistina edaleta civakî ji jinan re, hatin şîrovekirin.

10 mijdar, 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya nêzîkbûna Roja Navnetewî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan Kongra Star li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê têkildarî bandorên tundiyê û encamên wê li ser civakê semînerek li dar xist. Li bajarê Amûdê jî panelek hate lidarxistin.

Endama Komîteya Têkiliyan û Lihevkirinên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Menal Mihemed li Navenda  Çand û Hunerê ya bajarê Til Hemîsê semîner bi rêve bir. Bi dehan jin û mêr tev lê bûn.

Menal behsa pirsgirêka tundiyê, zêdebûna wê di salên dawîn de di encama şer û aloziyan de, cureyên tundiyê yên derûnî, fizîkî, aborî, civakî û siyasî kir.

Menal destnîşan kir ku jin di xeta xwe ya ber bi azadiya xwe û azadiya civakê de, birydar in û heta tundî bi temamî tune nebe, têkoşîna wan ranaweste.

Her wiha di semînerê de, ji pirsgirêka tundiyê re çareserî hatin pêşinyarkirin, mîna pêşxistina hişmendiya civakê, guhertina zihniyeta baviksalariyê, bidestxistina wekheviyê di navbera her du zayendan de û edaleta civakî.

Piştî bidawîbûna semînerê, perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan li dijî hişmendiya baviksalariyê û têkoşîna wê ya domdar ji bo ku cihê xwe yê resen di nava civakê de vegerîne, hatin xwendin.

Saziya Olî ya bajarê Amûdê di heman çarçoveyê de panelek bi dirûşma "Ol ji bo wekheviyê ne ji bo tundiyê, jin, jiyan, azadî" li dar xist. Endamên saziyê yên li bajarê Amûdê û Dirbêsiyê û endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev li panelê bûn.

Di panelê de "têgeha tundiya li ser jinan û sedemên wê" û "Bandora urf û adetan û cihê jinan di ola îslamê de" hatin gotûbêjkirin.

Hevseroka Meclisa Jinan a bajarê Dirbêsiyê Meryem Mihemed mijara yekemîn a panelê bi rêve bir û behsa jinan kir ku li hember zulmê û hişmendiya baviksalariyê ya desthilatdar tê koşiyane û di oxira bi destxistina azadiya xwe de hatine kuştin.

Meryem wiha domand: "Jinan, xwe li tevahî qadên siyasî, civakî û leşkerî yên civakê îsbat kir."

Endama Meclisa Jinan a Saziya Olî ya bajarê Amûdê Îman Deqûrî behsa cihê jinan di îslamê de, çawa îslam mafên jinan di civakê de diparêze, kir.

Dûre beşdaran nêrînên xwe der barê panelê de parve kirin.

(şx/k)

ANHA