Li Sosê kesên nenas konên Festîvala Hinaran şewitandin

Kesên nenas vê êvarê konên ji bo Festîvala 5ˊemîn a Hinaran a li bajarê Sosê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatine danîn, şewitandin. Çaverê ye sibe çalakiyên festîvala dest pê bikin.

Li Sosê kesên nenas konên Festîvala Hinaran şewitandin
24 cotmeh, 2025   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê îro amadekariyên Festîvala Hinaran a 5ˊan li bajarê Sosê bi dawî kirin. 

Li dibistana bajarê Sosê yê Dêrazorê dikên ji bo pêşandana berhemên cotkaran hatin amadekirin, û cihek ji bo senetkar û berhemên xwecihî yên xwe dispêrin hinaran, hat veqetandin.

Nûçegihana me ji kantona Dêrazorê, da zanîn ku kesên nenas vê êvarê konên ji bo pêşwazîkirinê şewitandine. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tavilê dest bi lêpirsînên têkildarî bûyerê kir.

Li kantona Dêrazorê bi armanca parastina mîrateya çandina hinaran û teşwîqkirina cotkaran, di heman demê de ji bo xurtkirina rihê tevkariyê û pêkanîna geşkirina mayînde ya çandiniyê, salane festîval tê lidarxistin.

(fr)