Li Amûdê herêmeke pîşesaziyê tê avakirin

Şaredariya Amûdê ji bo ku qirêjiya dîtbarî û ya deng li bajêr bi dawî bibe û kar baştir werin meşandin, herêmeke pîşesaziyê li derveyî bajêr ava dike.

Li Amûdê herêmeke pîşesaziyê tê avakirin
Li Amûdê herêmeke pîşesaziyê tê avakirin
Li Amûdê herêmeke pîşesaziyê tê avakirin
Li Amûdê herêmeke pîşesaziyê tê avakirin
Li Amûdê herêmeke pîşesaziyê tê avakirin
18 nîsan, 2024   12:59
QAMIŞLO

Şaredariya Amûdê ya kantona Cizîrê der barê mijarê de li qada herêma pîşesaziyê ya ku dê li derveyî bajêr were avakirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Ji rêveberên Şaredariya Amûdê Ferhan Derwêş daxuyanî da û diyar kir ku wan piştî amadekariyên 8 mehan dest bi xebatên avakirina herêmê li rojhilatê bajêr kiriye û got armanca wan avakirina 200 kargehan e.

Derwêş diyar kir ku armanca wan ew e ku dawî li qirêjiya dîtbarî û ya deng û trafîka li bajêr bînin û destnîşan kir ku piştî bidawîbûna projeyê dê kargehên wekî navendên temîrkirina wesayîtan û motorsîklêtan û yên şûştina wesayîtan ên li bajêr werin veguhastin.

Ferhan Derwêş diyar kir ku ew ê derfetekê bidin da ku esnafên herêma pîşesaziyê mexdûr nebin û got: "Em ê derfetê bidin kesên dixwazin kargehan bikirin an jî bi kire bikin ku heta 2 salan heqê wan bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Ferhan Derwêş spasiya Rêveberiya Xweser, Meclisa Amûdê û saziyên sivîl kir ku destek dane projeyê.

ANHA