Kongra Star bi çandina gulan damezirandina KJK`ê pîroz kir

Bi boneya salvegera damezirandina KJK`ê endamên Kongra Star, rêxistinên jinan, saziyên sivîl û partiyan çalakiyek li dar xist û di vê çalakiyê de 100 şitilên gulan li Parka Rêber Abdullah Ocalan a li Hesekê çandin.

Kongra Star bi çandina gulan damezirandina KJK`ê pîroz kir
Kongra Star bi çandina gulan damezirandina KJK`ê pîroz kir
Kongra Star bi çandina gulan damezirandina KJK`ê pîroz kir
Kongra Star bi çandina gulan damezirandina KJK`ê pîroz kir
18 nîsan, 2024   13:41
HESEKÊ

Kongra Star bi boneya salvegera 19`an a damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) çalakiyek li dar xist. Di wê çalakiyê de 100 şitilên gulan li Parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa El Nasir a Hesekê çand.

Endamên rêxistinên jinan, saziyên sivîl û partî tev li çalakiyê bûn.

Her wiha di çalakiyê de endama Kongra Star Nejbîr Ehmed axivî û ev bone li jinên Rojava û Kurdistanê pîroz kir û got: “Erka KJK`ê; rizgarkirina jinan ji koletiyê û bidawîkirina zilma li ser wê, avakirina rêveberiyekê li ser bingeha fikrê demokratîk e ku wekheviyê di navbera her du zayendan de ji xwe re kiriye esas.” 

Dûre dest bi çandina şitilên gulan di nava parkê de hate kirin.

(şx)

ANHA