Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’dest pê kir

Li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Kurd ku dê du rojan bidome, dest pê kir.

Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’dest pê kir
28 gulan, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê tê lidarxistin û dê di rojan bidome, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê dest pê kir. 

Konferans, bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin” tê lidarxistin. Ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek parlamenterên jin ên Kurd tev li bûn.

 Li eywana konferansê bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî pankartên “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin”, Jin, jiyan, azadî” û “Heke jin azad bibe civak jî dê azad bibe” haitn daliqandin.

 Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di konferansê de diaxive.