Li Til Birakê mamoste hatin xelatkirin

Komîteya Rêvebirina Dibistanan li Til Birakê mamoste û rêveberên dibistanan xelat kirin.

Li Til Birakê mamoste hatin xelatkirin
Li Til Birakê mamoste hatin xelatkirin
Li Til Birakê mamoste hatin xelatkirin
Li Til Birakê mamoste hatin xelatkirin
Li Til Birakê mamoste hatin xelatkirin
Li Til Birakê mamoste hatin xelatkirin
Li Til Birakê mamoste hatin xelatkirin
Li Til Birakê mamoste hatin xelatkirin
28 gulan, 2025   11:10
HESEKÊ

Komîteya Rêvebirina Dibistanan a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê, bi şahiyekê mamoste û rêveberên dibistanên bajêr xelat kirin. Mamoste ji ber keda wan a pêşxistina perwerdeyê hatin xelatkirin.

Yek ji mamosteyên hatine xelatkirin Hazim Yûsif kêfxweşiya xwe ji bo vê destpêşxeriyê anî ziman û got: “Berjewendiya xwendekaran di ser her tiştî re ye. Şanaziya rast ji bo min ew e ku xwendekar bi sûd û zanebûn ji dibistanê derkevin.”

Endamê Desteya Şopandin û Fêrkirinê Cemîl Oweyid jî diyar kir ku ev xelatkirin di çarçoveya hewlên piştgirî û rêzgirtina mamostayan de pêk hat, da ku hemû derferên xwe ji bo perwerdeyê terxan bikin.ç