Li Almanyayê şîn ji bo Hecî Ehmedî hat danîn

Ji bo hevserokê berê yê PJAK’ê Hecî Ehmedî ku duh jiyana xwe ji dest da, li bajarê Koln ê Almanyayê şîn hate danîn.

Li Almanyayê şîn ji bo Hecî Ehmedî hat danîn
19 adar, 2025   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî ku duh li bajarê Koln ê Almanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, şîn hate danîn.

Şîna ku îro hat danîn, wê heta 21’ê Adarê her roj ji saet 15:00’an heta 19:00’an li Mala Kurdan a li Kolnê dewam bike.

Navnîşan: Zehnstraße 9, Koln 51065 – Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê

Di 30’ê Adarê de jî li bajarê Koln ê Almanyayê wê ji bo Hecî Ehmedî torena bîranînê bê lidarxistin.

Hecî Ehmedî yê ji Mahabatê yek ji kesên ku di sala 2004’an de pêşengî ji avakirina PJAK’ê re kir.

Hecî Ehmedî jiyana xwe ya siyasî ku li Yekîtiya Xwendevanên Kurd ku li Ewropayê hat avakirin da destpêkirin, li Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê, Hevserokatiya PJAK’ê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) domand. Hecî Ehmedî bi xebatên xwe tevkariyên mezin li yekîtiya neteweyî ya Kurd kir.