Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir

Şêniyên bajarê Eyn Îsayê Newroz pîroz kir û soz da ku ew ê bi rihê Kawayê Hesinkar berxwedanê mezin bikin.

Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
Şêniyên Eyn Îsayê Newroz pîroz kir
19 adar, 2025   20:41
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê û gundewarê wî li Parka Jinê ya navenda bajêr Cejna Newrozê pîroz kir.

Di serî de hevseroka Meclisa bajarê Eyn Îsayê Ayat El Ebdullah Cejna Newrozê li gelên herêmê pîroz kir û komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî malbateke li gundewarê bajarê Kobanê şermezar kir.

Rêvebera Kongra Star a bajêr Hedla Hec Muslim jî Cejna Newrozê li malbatên şehîdan û li berxwedêrên li Bendava Tişrînê pîroz kir û bang li gelên Sûriyeyê kir ku berxwedana gelêrî li hemberî êrişan bilind bikin.

Piştre beşdaran agirê Newrozê dada û siloganên silavkirina berxwedana Bendava Tişrînê û şehîdan, bilind kirin.

Şahî bi gerandina govendan di ber stranên folklorî û gelêrî re bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA