Parêzger û Rêveberiya Polîsên Helebê ji bo Newroza Şêxmeqsûdê hatin vexwendin

Komîteya Amadekar a Pîrozbahiya Newrozê ya Helebê hin nûnerên desthilata Şamê wekî parêzgerê Helebê û Rêveberiya Polîsên Helebê ji bo şahiya Newroza Şêxemqsûdê vexwend.

Parêzger û Rêveberiya Polîsên Helebê ji bo Newroza Şêxmeqsûdê hatin vexwendin
Parêzger û Rêveberiya Polîsên Helebê ji bo Newroza Şêxmeqsûdê hatin vexwendin
Parêzger û Rêveberiya Polîsên Helebê ji bo Newroza Şêxmeqsûdê hatin vexwendin
Parêzger û Rêveberiya Polîsên Helebê ji bo Newroza Şêxmeqsûdê hatin vexwendin
19 adar, 2025   21:09
HELEB

Komîteya Amadekar a Pîrozbahiya Newrozê ya Helebê de ji ajansa me re diyar kir ku wan vexwendinên nivîskî ji bo nûnerên desthilata Şamê yên li Helebê şandin.e

Komîteyê diyar kir ku ji kesên hatine vexwendin parêzgerê Helebê Ezam Xerîb û rêveberê polîsên Helebê Ehmed Letûf û kesayetên civakî, siyasî, rewşenbîrî, hunermend û rojnamevan in.

Wê şahî li herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd saet di 11'an de dest pê bike.

(mh/fr)

ANHA