‘Divê aştiya civakî û îstîqrara civakê were Parastin’

Endamê Meclisa Aştiya Navxweyî ya Hesekê Mihemedxêr Necarî bal kişand ser girîngiya pêşxistina jiyana hevbeş, redkirina kîndariyê, xurtkirina edaletê, qanûnê û diyar kir ku pêwîstî bi avakirina qanûnê heye ku aramî û aştiya garantî bike.

‘Divê aştiya civakî û îstîqrara civakê were Parastin’
6 gulan, 2026   06:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li gel pirsgirêkên zêde yên ku herêm pê re rû bi rû ye, aştiya sivîl wek pêşîniyeke lezgîn ji bo misogerkirina îstîqrar û xurtkirina hevgirtina civakî, nemaze di hawîrdoreke pir-pêkhateyî de derdikeve holê. Ev yek bi sererastkirina tevna civakî, rûbirûbûna gotinên kîndariyê, xurtkirina prensîbên edalet û serweriya hiqûqê pêk tê.

Girêdayî mijarê, endamê Meclisa Aştiya Navxweyî ya Hesekê Mihemedxêr Necarî ji ajansa me re bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên civakî di navbera pêkhateyên cuda de.

Necarî destnîşan kir ku têgeha aştiya civakî bi berdewamî di civînan û astên cûuda de tê pêşkêşkirin, lê zehmetî di pratîzekirina wê de heye.

Necarî got: "Em hewl didin ku têkiliyên civakî di navbera pêkhate û mezhebên herêmê de sererast bikin da ku ji fitneyan û gotinên kîndariyê bi dûr bikevin. Meclis li ser arastekirina nûnerên pêkhate, eşîr û rêxistinên civaka sivîl dixebite ku welatiyan ji ajaneyên leşkerî bi dûr bixe û li hember pêşdeçûnên leşkerî û siyasî bêalî bin."

Di berdewamê de Necarî anî ziman ku civaka eşîrî û sivîl a herêmê bi salan e rewşeke hevahengî û jiyana hevbeş parastiye, ji ber ku herêm bi awayekî kûr pirsgirêkên neteweyî yan olî nedîtiye. Divê nirxên lêbûrîn, hezkirin û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de werin parastin.

Necarî destnîşan kir ku ji bo xurtkirina aştiya civakî rêveberiyeke baş, edaleta civakî û veguhêz, ligel serweriya hiqûqê û destûreke bingehîn ku mafên hemû welatiyan bê cudahî garantî dike, pêwîst e.

Necarî diyar kir ku divê gel di bin sîwana qanûnekê de bijî ku her kesî biparêze, ji ber eger qanûn xizmeta aliyekî bike û aliyekî din bêbandor bike, ew ê aştiya civakî tehdît bike. Aramiya rastîn jî bêyî edalet û wekheviyê di navbera beşên cûda yên civakê de nayê bidestxistin.

Necarî destnîşan kir ku aştiya civakî li ser parastina berjewendiyên hevpar ên civakî û xurtkirina hesta aîdiyeta yek-neteweyê ye.

Mihemedxêr Necarî diyar kir ku her aloziya ku welat tê re derbas dibe bandorê li hemû pêkhateyan dike. Necarî banga parastina jiyana hevbeş û naskirina cihêrengiya çandî û civakî di navbera gelên herêmê de kir da ku rewşek ewlehî û aramiya siyasî pêk were.

Endamê Meclisa Aştiya Navxweyî ya Hesekê Mihemedxêr Necarî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ji pevçûnên di navbera pêkhateyan de ji ber hin pirsgirêk an nakokiyan, bê dûrxistin. Li şûna wê, divê hevkarî, diyalog û têgihiştin bê xurtkirin, da ku aştiya civakî û îstîqrara civakê were parastin.

(ac/fr)

ANHA