Li Afganistanê erd hejiya

 Li bakurê Afganistanê bi pileya 6.3 erd hejiya. Bi kêmanî 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û 143 kes jî birîndar bûne.

Li Afganistanê erd hejiya
3 mijdar, 2025   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê ragihand ku berbanga îro li nêzî bajarê Mezar Şerîf ê bakurê Afganistanê bi kûrahiya 28 kîlometreyan erdhejek bi hêza 6.3 pileyî çêbû. Desteyê hişyarî da ku îhtîmal e  qurbaniyên mirovî yên girîng hebin û karesat berfireh be.

Berdevkê Rêveberiya Tenduristiyê ya kantona Samangan (herêmeke çiyayî li bakur e û nêzîkî Mezar Şerîf e) Samim Coyanda ji Reuters re got,  heya niha 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û 143 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê herêma Belxê Hacî Zeyd jî got, erdhejê beşek ji mezargeha pîroz a li Mezar Şerîf  (Mizgefta Şîn) rûxandiye.

Desteya Rêvebiriya Karesatan a Afganistanê ragihand ku raporên li ser qurbanî û zirarê dê paşê werin weşandin.

Di tebaxa îsal û di sala 2023’an de jî li Afganistanê erdhej çêbûn. Di encamê bi hezaran kes mirin û bi hezaran birîndar bûn.

Di sala 2015’an de li bakurê rojhilatê Afganistanê û bakurê Pakistanê ji ber erdhejan bi sedan kes mirin.

(bb)