Li Afganistanê bi pileya 6.1 erd hejiya

Li rojhilata Afganistanê bi pileya 6.1 erd hejiya û bandora wê heta Îslamabadê çû.

Li Afganistanê bi pileya 6.1 erd hejiya
27 hezîran, 2026   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Saziya Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îro erdhejek bi pileya 6.1 li rojhilatê Afganistanê pêk hat.

Li gorî nûçegihanên AFPˊê, erdhejê rojhilatê welêt, bi taybetî parêzgehên Xost û Nangarharê hejand û lerzên wê heta paytexta Pakistanê Îslamabadê jî hatin hîskirin. Navenda erdhejê li bakur-rojhilatê Afganistanê, bi kûrahiya zêdetirî 208 kîlometreyan bû.

Ev erdhej çend roj piştî 2 erdhejên ku li Venezuelayê qewimîn, ku bûn sedema mirina zêdetirî 1000 kesan û windabûna zêdetirî 50,000 kesan, pêk hat.

(fr)