Li 4 bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên mamosteyan

Li 4 deverên Başûrê Kurdistanê mamoste careke din daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.

Li 4 bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên mamosteyan
14 sibat, 2024   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 4 mehane xwepêşandan û boykotên mamoste û karmendên li Germiyan, Helebce, Silêmaniyê, Raperîn û Koyê berdewam in. Îro mamostayên nerazî yên li Helebce, Germiyan, Koye û Raperînê li ber avahiya Rêveberiyên Perwerdeyê yên herêmên xwe kom bûn û xwepêşandan li dar xistin.

Di xwepêşandanê de mamosteyan ragihandin ku vê desthilatê bi awayekî bêwijdanî bi rêya zêdekirina bacê û zêdekirina nirxê pêdawîstiyan, mamosteyan ji mafên wan ên herî bingehîn ku mûçeyên wan in, bêpar kirine.

Her wiha mamosteyan bang li hikumetê kir ku di zûtirîn dem de bersiva daxwazên wan ên tayînkirina mamostayên bi peyman û di dema wê de dayîna mûçeyan bide.

Mamosteyan gotin, zext û gef wê li pêşiya daxwazên mafên wan nebe asteng.

Hêjayî gotinêye ku Wezareta Perwerdê ya hikumeta demborî ya Başûrê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihandibû, piştî sererastkirina proje yasaya bûdceya Iraqê, ew ê ji 5 daxwazên mamosteyan 2 jê pêkbînin, ku fikarên mamosteyan çêkiriye û biryara berdewamkirina xwepêşandanê didin.