Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm tayîn kir

Rejîma Faşîst ya AKP-MHP’ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê qeyûm tayînkir.

Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm tayîn kir
4 mijdar 2024   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk a faşîst Li 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm tayîn kir.

 li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin.

Biryara tayînkirina qeyûm ji Hevşaredar Ahmet Turk re hate ragihandin.

li Şaredariya Êlihê jî qeyûm hate tayînkirin û avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.

Li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê jî qeyûm hate tayînkirin. Di saetên zû yên serê sibehê de avahiya şaredariyê hate dorpêçkirin. Hevşaredar Mehmet Karayilan hate binçavkirin.