ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-11-2024
500 kes û saziyên navneteweyî daxwazên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan di pirtûka bi sernavê (Bîst û Pênc sal li ser girtina Mandelayê Rojhilatê) nivîsandin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec got, divê sûriyeyî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û xetereyên derve xwedî helwesteke yekbûyî bin.
Koçberên ji Efrînê yên li Til Rifetê birîndar bûne û keça şehîd Îbrahim Şêxo diyar kir ku dê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin.
Şênî û rûspiyên kantona Reqayê diyar kirin ku daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got, têkoşîna wan a ji bo pêkanîna vê daxwazê berdewam e.
Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên li Reqa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji pêş Nexweşxaneya Zarokan meşeke girse li dar dixin, saet 11:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Bi diruşma ˋModernîteya demokratîk ji bo Rojhilata Navîn çareya herî guncaw eˋ Yekitiya Rewşenbîrên kantona Reqa bi hevkariya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan paneleke diyalogê li dar dixe, saet 11:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)