Hevşaredarê Mêrdînê: Emê di têkoşîna xwe ya demokrasi de paşvegavê neavêjin
Rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê li 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm tayîn kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk piştî qeyûmê got: “Emê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşvegavê neavêjin.”
Rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê li 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm tayîn kir. Wezareta Karên Hundir ya dewleta Tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyê danê siharê qeyûm tayîn kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Emê tu caran dev jê bernedin. Emê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşvegavê neavêjin. Emê rê nedin xespkirina îradeya gel. Bila ev yek wiha bê zanîn!”