Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê

Bi boneya 25′ê Mijdarê 2 semîner hatin dayîn û çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyan pêkanîna edaleta civakî wekî rêbazeke bidawîkirina tundiya li ser jinan hat nirxandin.

Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25′ê Mijdarê
20 mijdar 2023   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna  25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê, Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 13'ê Mijdarê de pêngaveke berfireh bi navê "Li dijî hemû cûreyên tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî" da destpêkirin. Pêngav dê heta 25'ê heman mehê bidome.

Di çarçoveya pêngavê de, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semînerek li ser tundiya li ser jinan da. Xwendekarên Zanîngeha Şerq û endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê û hevseroketiya  Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û Hisên Osman beşdar bûn.

Semîner ji aliyê hevseroka Daîreya Kar û Barên Rêveberî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Meqbûle Muslim ve hat dayîn.

Meqbûle Muslim got: "Dema em vegerin civaka xwezayî em ê bibînin çawa dayika xwedawend karîbû civak bi awayekî wekhev û aram bi rê ve bibira."

Meqbûle Muslim destnîşan kir ku jin bi xwe yek ji sedemên sereke yên hin cûreyên tundiyê ne û got, ji ber ku jin tundiyê qebûl dikin û serî jê re ditewînin.

Meqbûle Muslim diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji cûreyên tundiya li ser civakê bi giştî û li ser jinan bi taybetî ne.

Her wiha Meqbûle Muslim destnîşan kir ku pergala modernîteya kapîtalîst yek ji cûreyên tundiya li ser gelên Rojhilata Navîn e û wiha got: ′′Pergala modernîteya kapîtalîst bi rêbaz û amûrên xwe yên pêşketî bi hezaran sivîl di heman wextî de kuştin.′′

Hevserokê Meclisa Rêveber Hisên Osman destnîşan kir ku jin jiyanê diafirînin, malbatê ava dike û bi rêxistin dike; lew ra her jinek civakek û dibistaneke serbixwe ye.

Beşdaran dane zanîn ku çareseriya herî guncaw ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan pêkanîna edaleta civakî ye ku mafê her kesî mîsoger dike.

Di heman çarçoveyê de, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê semînerek ji bo pênasekirina tundiya li ser jinan û bandora wê li ser jin û civakê da.

Semîner li hola Meclisa Gel a bajarê Hecîn bi amadebûna bi dehan jin û endamên meclisên xwecih û saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê hat dayîn.

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Hecînê Muna El Hamid der barê hilbijartina roja 25'ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê  degot: "Ji bo bîranîna xwişkên Mîrabal ên ku ji aliyê dîktatorê Komara Domînîk Rafael Trajillo ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin û ji ber pêwîstiya têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan ev roj hat hilbijartin."

Serokê Meclisa Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Yehya El Elî da zanîn ku ruxmî serhildan û şoreşên bi pêşengiya jinan, tundiya li ser jinan heta niha didome û diyar kir ku şer jî pirsgirêka tundiyê kûrtir kir.

li aliyekî din Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ji bo jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve tundî dîtine çalakiyek li dar xist.  Çalakî bi beşdarbûna bi dehan jinan li ber avahiya Şaredariya Gel a Reqayê hat lidarxistin. Li cihê ku jinan tundî lê dîtine, jinan mohra xwe li ser paçeke spî da û gul belav kirin.

(mh)

ANHA