Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin

Li xetên rojava û başûr ên kantona Reqayê, ji bo amadekariya lidarxistina Konferansa Giştî ya Komînan li ser asta kantonê, Konferansa Komînan a 1ˊemîn li dar xist.

Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin
Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin
Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin
Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin
Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin
Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin
Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin
Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin
Li 2 xetên Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin
6 mijdar, 2025   18:17
REQA

Li Meclisa Giştî ya Selhebiyê yê gundewarê rojavayê Reqayê, bi amadebûna endamên komîn û saziyên sivîl, hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Mişleb El Turkan, Konferansa Komînan a 1ˊemîn xetên rojava û başûr ên kantonê hat lidarxistin.

Konferansê bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir, paşê Meşleb El Turkan bi xêrhatina beşdaran kir û girîngiya komînan wekî stûnek bingehîn di avakirina civakê de nîşan da.

Dûre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Qehreman Hesen, li ser diyaloga berdewam a di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê axivî û got ew rêbazên parçebûnê red dikin û pêwîstî bi sekna li dijî destwerdanên derve, bi taybet dewleta Tirk, ên ku hewl didin bejewendiyên xwe yên taybet pêk bînin, heye.

Piştî axaftinan, hevserokê Meclisa Selhebiyê Abdulxefûr El Dêf perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya komînan û rola wan di civakê de xwendin û bendên girêdayî komînan ên di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatine destnîşankirin, nirxandin.

Beşdaran li ser mekanîzmayên bicîhanîna van xalan nîqaş kirin û girîngî da avakirina 15 komîteyan li her komînekê û destnîşankirina roja şemiyê ji bo nîqaşkirina dozên taxê û temsîlkirina rola jinê di tevahî komîteyan de.

Di dawiya konferansê de, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a kantona Reqayê Ebduselam Hemsork encamnameya konferansê xwend û wiha ye:

-Lidarxistina konferansek berfireh a komînan li ser asta kantonê.

- Aktîvkirina rola komînan li gorî Hevpeymana Civakî û talîmatên Meclisa Gelan a Demokratîk.

- Avakirina komîteyên komînan bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser.

- Piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

- Piştgiriya rêxistinên mafê mirovan ên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

- Bicîhanîna qanûnên Hevpeymana Civakî û dabeşkirinên îdarî.

- Veguherandina meclisên giştî li xetên rojava û başûr bo meclisên şaxî yên girêdayî meclisa giştî ya li Reqayê.

Wê di rojên pêş de li seranserî xetên kantona Reqayê konferansên bi heman rengî werin lidarxistin.

(ac/fr)

ANHA