Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê civîna salê li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê li bajarê Qamişloyê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de xebat û karê di salê de hatiye kirin hat nirxandin û encamnayek hat diyarkirin.

6 mijdar, 2025   17:45
QMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê bi dirûşma "Bi rihê şehîdan û felsefeya Rêber Apo em ê civaka demokratîk, aştî û komînal ava bikin" li hola Zana ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, QSD, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Desteya Malbatên Şehîdan, Gazî û Girtiyan amade bûn.

Civîn ji aliyê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Armanc Hisên,  Mahsûm Hesen û berdefka Meclisa Jinan a kantona Cizîrê Cîhan Yûsif ve hat birêvebirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rîham Mele pespektîfên Rêber Apo yên der barê şehîdan de xwendin.

Ev yek di axaftina wî di civîna salane ya Meclîsa Malbatên Şehîdan de li bajarê Qamîşlî de hat.

Dûre endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDˊê ya kantona Cizîrê Aldar Xelîl rewşa siyasî nirxand û diyar kir ku "Em ji bo serkeftina peymana 10ˊê Adar cidî ne, lê hikumeta veguhêz demê dirêj dike û ji berbersiyarî û pêkanîn direve."

Der barê "Danezana Destûrî" jî Xelîl da zanîn ku "Divê destûra were guhertin û tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bibe û pransîba jiyana hevbeş bi cih bîne. Li kêlek wê jî divê pirsgirêka Kurd û ya hemû pêkhateyên li Sûriyeyê çareser bibin û roleke wan a sereke li herêmê hebe."

 Di dewama axaftina xwe de Xelîl got: "Bi vê boneyê, em diyar dikin ku pêdivî bi xurtkirina prensîbên demokrasiyê û yekitiya hemû gel û civakan heye. Ji ber ku ev rêya bidestxistina aştî û aramiya civakî li Sûriyeyê û herêmê ye. Xwîna şehîdan ji bo avakirina pergalek azad û demokratîk ku edalet, wekhevî û azadiya jinan garantî dike û rûmeta hemû civakan bê cudahî diparêze, hatiye rijandin."

Xelîl bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bi yekîtî û îradeya me ya hevpar, em dikarin pêşerojekê ku bi biratî û jiyana hevbeş, bê serdestî û parçebûnê, bi nav û deng be, ava bikin.".

Piştî axaftinê rapora salane bi zimanê Kurdî ji aliyê Evîn Silêman û bi zimanê erebî ji aliyê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Mahsûm Hesen ve hat xwendin.

Di dawiya civînê de encam hatin diyarkirin.

-Civîn ji bo hemû xwişk û birayên şehîdan, hem ên karmend hem jî yên bêkar, di saziyên Rêveberiya Xweser de werin lidarxistin.

-Serdanên dibistan û zanîngehan ji bo şopandina karûbarên akademîk ên zarok û xwişk û birayên şehîdan.

-Lidarxistina civînên rêxistinî ji bo hemû meclisan bi awayekî cuda.

-Bibîranîna şehîdan li hemû meclisan bi awayekî mehane.

-Civînên periyodîk(dewrî) ên komîteyên şopandinê (darayî, perwerde û arşîf) werin lidarxistin.

-Hevrêzkirina berdewam bi rêveberiyên bajaran re û beşdarbûna malbatên şehîdan di hemû çalakiyan de.

-Vekirina dewreyên perwerdeyê û teşwîqkirina endamên encumenan ji bo beşdarbûnê.

Di dawiyê de ji bo qîmetdayîn û kedê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyariyek da Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê.

(fk/fr)

ANHA